NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama êrişa bi gullên hawanê yên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ser Dêyrezûrê

Navçên ku xelk têda dimînin yên Dêyrezûrê ku dikeve rojhilata Sûriyê duh sêşemê ketin ber hedefa êrişên bi gullên hawanê yên terorîstên DAIŞ`ê.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, Ji ber êrişa bi gullên hawanê yên terorîstên DAIŞ`ê ser Dêyrezûrê birek ji welatiyên sivîl ê Sûriyê hatine kuştin û xisaretên zav jî li malên xelkê û jêravahiyên vî bajarî ketin.

Bajarê Dêyrezûrê ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê va dorpêç bûye û heta niha terorîstan bi caran ev bajara kirine hedefa êrişên xwe.

Li vî halî li dewama binpêkirina agirbesa nav Sûriyê grûpên terorîstî carek din bajarê dorpêçbûyî yê El-Fûeyê li bakûra Idlibê kirine hedefa êrişên xwe yên mûşekî.

Eva du sal in ku xelkê şîe yê du bajarên Keferya û El-Fûeyê ji aliyê grûpên terorîstî va dorpêç bûne.

Ji îniyê 30 Kanûna bihurî va agirbesa giştalî li nav Sûriyê birê ketiye lê grûpên terorîstî û çekdar heta niha bi caran ev agirbesa binpê kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu