ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Dewama êrişa Erebistanê ser axa Yemenê

Frokên şerî yên Erebistanê li dewama cinayetên xwe dijî xelkê Yemenê, hin navçên din ên parêzgehên Sena û Umranê kirine hedefa êrişên xwe ku di encamê da çend kesên sivîl hatine kuştin yan jî birîndar bûn.

Li gor rapora televîzyona El-Mesîre, Firokên şerî yên Erebistanê li dewama cinayetên xwe dijî xelkê Yemen duh şemiyê carek din firokên şerî yên vî welatî bajarê Hûsê li parêzgeha Umranê bombebaran kirin ku di encamê da yemeniyek hate kuştin û 10 kesên din ji wan çend jin û zarok jî birîndar bûn.

Firokên şerî yên Erebistanê herwisa navça Cebel Etan li parêzgeha Senayê paytexta Yemenê jî kirine hedefa êrişên xwe ku di encamê da hinek din ji jêravahiyên vê navçê kavil bûn.

Artêşa Yemenê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî jî li bersiva van destdirêjiyên Riyazê, pêgeha eskerî ya Neşme li bajarê sînorî yê Erebistanê kirine hedefa êrişên xwe û eskerekî Erebistanê kuştin û çend eskerên din jî birîndar kirin.

Li vê êrişê çend erebên eskerî yên Erebistanê jî hatine şewitandin.

Erebistanê ji Adara sala 2015 bona zivirandina Mensûr Hadî serokkomarê dest ji kar berdayî yê Yemenê êrişên xwe yên ser Yemenê destpê kirin.

Ji ber van destdirêjiyên Erebistanê heta niha 11 hezar yemenî hatine kuştin yan jî birîndar bûn û dehan hezar kes jî aware bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu