FilistînNûçeRojhilatanavin

Dewama êrişa eskerên rejîma Siyonîstî dijî filistîniyan li Bêytulmuqedestê

Hîn jî êrişên Rejîma Siyonîstî ser gelê Filistînê li Qudsa dagîrbûyî berdewam dikin.

Li gor rapora navenda agehdarî gihandina Filistînê, Eskerên Rejîma Siyonîstî îro sibê bo roja dudyan êrişî ser Qudsa dagîrbûyî kirin û birek ji gelê Filistînê girtin.

Hatiye ragihandin ku li navçên curbicure axa Filistînê herî kên 20 filistînî hatine kuştin.

Eskerên Rejîma Siyonîstî herwisa êrişî ser malên xelkê filistînê dikin û hemû kel û malên xelkê avêtine der.

Saziya Hîva Sor a Filsitînê ragihand ku çekdarên israîlî roja çarşemiyê, 20`ê nîsana 2016`an, tevî êrîşa li ser kampa filsitînî ya Qelendiyayê li Rexê Rojavayaiya Çemê Urdinê heşt filsitînî bi derba gulleyê birîndar kirin.

Çekdarên Rêjîma Siyonîst her viha li vê êrîşê deh filistînî jî girtin.

Ev êrîşa çekdarên israîlî li ser kampa Qelendiyayê bû sebeb ku di navbera wan û filsitîniyan da pevçûn derkeve ku di encamê da du çekdarên siyonîst jî birîndar bûn.

Li vî halî çekdarên Rêjîma Siyonîst berbenga îro bi erebeyên zirêhî êrîşî ser bajarên El-Xelîl, Bêyt Lehm, Ramellah û Qelqeliyê û çend tax li rojhilata Bêytulmuqedesê kirin û 19 filsitînî girtin.

Ji destpêka Serhildana Qudsê va heta niha derûdora 212 filsitînî bi derba gulleyên çekdarên siyonîst şehîd bûne.
(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu