NûçeRojhilatanavinYemen

Dewama êrişên Amerîka ser axa Yemenê

Wezareta berevaniya Amerîkayê li raporeke xwe ji êrişên hewayî yên firokeyên vî welatî ser axa Yemenê xeber da.

Li gorî nûçen Sahar Tv ji zarê rapora telivîzyona Press TV`yê, Cêf Dêywîs berdevkê wezareta berevaniya Amerîkayê li rapora xwe ya duh duşemê ragihand ku ji 28`ê Sibata 2017`an va heta niha firokeyên şêrr ên vî welatî 20 caran axa Yemenê bombebaran kirin.

Wezareta berevaniya Amerîka herwisa bal kişande ser dewama êrişên hewayî yên vî welatî ser axa Yemenê û qet îşare nekir ku firokeyên wan yên şêrr êrişî ser çi navendên nav axa Yemenê dikin.

Cêf Dêywîs li vî halî îdia kir ku ev êrişên Amerîkayê ser axa Yemenê dijî El-Qaideyê cih tên ku gefek ciddî li dijî xêr û qazancên Amerîkayê tê hisab.

Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Erebistanê û bi alîkariya Amerîkayê bi armanca vegerandina serokkomarê revyayî yê Yemenê Mensûr Hadî êrişên xwe yên hovane li dijî gelê Yemenê despê kirin ku di encama van êrişan de bi dehan hezar kes  ji xelkê asayî hatine kuştin an birîndar bûne û bi sedan hezar kes ji xelkê vî  welatî aware bûne.

Herwiha di encama van êrişan zêde ji sedî 80 binavahî, navendên perwerdehî, nexweşxane  û navendên dermanî, medrese û malên xelkê wêran û kawil bûn.

Herwiha di encama dorpêçkirina xelkê Yemenê ji erd, esman û deryayê ji aliyê Hevpeymaniya erebî va, ew ketine nav rewşeke diltezîn da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu