NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama êrişên artêşa Sûrîyê ser têrorîstên li Hema û Suweydayê

Artêşa Sûrîyê di dewama opêrasyona xwe li derdora Hema û Suweydayê de derbên giran li têrorîstên li van navçana dan.

Li gorî rapora Kalnala Al Akhbaryê, hin yekîneyên artêşa Sûrîyê êrişî navendên kombûna têrorîstan li derdora bakura Hemayê kirin ku di encamê de maşîneke zêrêhî ya têrorîstan li cadeya Cisir ul Şigûr-Sermanîyê hat têkbirinê û hemî kesên têda hatin kuştinê.

Li mêhwera Zîzonê li derdora bakura rojavaya Hemayê jî artêşa Sûrîyê çeperên têrorîstên Partîya Tirkistanî dan ber topan.

Ji hêla din ve, li bereya başûr û çola rojhilata Suweydayê jî artêşa Sûrîyê bi zêdekirina deverên di bin kontrola xwe de serdestîya xwe li sînorên idarî yên rojhilata Suweydayê misoger kir û dorpêça ser têrorîstên li Tilwel Sefayê şidand û xelek tengtir kir.

Yekîneyên muhendisîyê yên artêşa Sûrîyê jî her devera ku hêzên leşkerî azad dikin, ji mayîn û teqemenîyan paqij dikin.

Başa dön tuşu