NûçeRojhilatanavinYemen

Dewama êrişên berfireh ên hevalbendiya êrişker a Siûdî ser parêzgeha Seide ya Yemenê

Balafirên bê firokevan ên hevalbendiya êrişker a Siûdî li dewama cinayetên xwe yên dijî xelkê Yemenê, navçeyên curbicur ên parêzgeha Seidê li bakûra Yemenê dan ber bombeyan.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya kanala El Mesîreyê, para zêde ya êrişên balafirên cengê yên hevalbendiya destdirêjker a Siûdî ser naveya Baqimê ya Seidê bûne ku di encama van êrişan de çend mal kawil bûne.

Balafirên bê firokevan ên hevalbendiya êrişker a Siûdî, herwiha ji bo cara sêyemîn a bi dûhev çiqa Banka Navendî ya Yemenê li parêzgeha Seidê dan ber bombeyan.

Di encama vê êrişê de avahiya Banka Navendî ya Yemenê bi tamî kawil bû û hin derbe jî li derdora wê ketin.

Banka Navendî ya Yemenê li parêzgeha Seidê, bi caran ketiye ber êrişa balafirên  cengê yên hevalbendiya Siûdî.

Di eynî demê de topxana leşkerên Siûdî, navçeyên Xemer û Razehê li rojavaya parêzgeha Seidê dan ber bombeyan.

Başa dön tuşu