NûçeFilistînLubnanRojhilatanavin

Şêx Naîm Kasim: Eger Îsraîl bifikire ku şer berfireh bike, em ê bersiveke tundtir bidin

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê destnîşan kir ku berxwedan heta rawestandina êrişên vê rejîmê li ser Gazayê dê li operasyonên xwe yên li dijî dijminê siyonîst li başûrê Lubnanê bidome û bal kişand ser vê yekê ku heke Îsraîl berfirekirina şer bifikire, dê bi xurtî û bi bandortir mudaxele bikin.

Şêx Naîm Kasim Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê di axavtina xwe de bal kişand ser geşedanên dawî yên pêvajoya rûbirûbûna dijminê siyonîst û wiha got: “Hin kes ji ber ku berxwedana Lubnanê bi erka xwe radibe û piştgiriyê dide Filistînê rexne dikin. Divê ev sûcdarkirin û şermezarkirin bi taybetî li welatên erebî û îslamî û hemû welatên dinyayê yên ku ji bo piştgirîkirina gelê Filistînê tiştek nekirin, bê kirin.’

Şer rê nade ku Hizbullah erkên xwe yên siyasî li Lubnanê bi cih bîne

Şêx Naîm Kasim her wiha got: Rexnekirin û tawanbarkirina kesên ku hewl didin namûs û erka xwe li hember vê hevpeymaniya navdewletî ya hovane ku li hember filistîniyan radiweste, ne rast e. Em berdêla pêkanîna erka xwe li başûrê Lubnanê didin û em bi hemû hêza xwe kar dikin ku barê gelê xwe rakin da ku karibin jiyana xwe bidomînin.

Naîm Kasim tekez kir: Ev qurbanîdana berxwedêran nîşan dide ku Hizbullah bi niyeta piştevaniya welat e û berdêla wê dide. Berxwedan hem beriya şer û hem jî piştî şer li gorî pêkanîna berjewendiyên Lubnanê tevdigere. Ji bo jiyana mirovan li welêt hêsantir bibe çi hewce dike em dikin. Me tu carî negot ku pevçûnên li başûrê Lubnanê û şerê li Xezeyê dê rê li ber me bigire ku em erkên xwe yên navxweyî li welêt bi cih bînin.

Vî rayedarê Heşda Şeibî got: Şerê niha ti pêwendiya xwe bi arîşeyên navxweyî re nîne û nahêle em erkên xwe di warê siyasî de, ji wan pirsa serokomariyê, bi cih bînin. Eger Lubnanî razî bin ji bo hilbijartina serokomar, em amade ne ku sibe biçin civînê ji bo hilbijartina serokomar û beşdarî vê proseyê bibin.

Şêx Naîm Kasim jî diyar kir ku tişta ku pêşiya hilbijartina serokomariyê li Lubnanê digire, nebûna lihevkirineke zelal e û wiha got: “Ew şaş in û divê em bizanibin ku partiyek bi tenê nikare serokomar hilbijêre. Ji ber vê yekê hin kes hewl didin ku bibêjin Hizbullah hilbijartinên serokomariyê asteng dike, ev yek bi tevahî şaş e.

Ger Îsraîl şerekî berfireh bixwaze, em ê bi hêztir bersivê bidin

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê got: Em têkoşîn û cîhada xwe ya li dijî Rejîma îşxalker a Siyonîst didomînin, em piştgirîya gelê xwe li Lubnanê jî dikin û heke lihevkirinek çêbibe amade ne ku serokomar hilbijêrin.

Şêx Naîm Kasim tekez li ser vê yekê kir: Divê her kes bizane ku heta şerê li Xezeyê nesekine operasyonên me yên li başûrê Lubnanê dê bidomin û eger Îsraîl bixwaze armancên xwe yên li Lubnanê berfirehtir bike, emê bersiveke tundtir û bi bandortir bidin. Dijminê siyonîst baş dizane em çi dibêjin.

Başa dön tuşu