Dewama êrişên destdirêjkirên siûdî ser Yemenê
Balefirên cengê yên Erebistanê vê sibê 20 caran hin beşên navçên Herez û Mêdiyê li parêzgeha Heceyê li bakurê rojava Yemenê bombebaran kirin ku li encama wê hejmarek hatin kuştin an birîndar bûn.
Li gorî rapora malpera nûçan a El-Mesîra Yemenê, Balefirên cengê yên Erebistanê her wiha sê caran bajarê Serwahê li parêzgeha Marebê li navenda Yemenê dane ber êrişan.
Hevgav balefira cengê ya Erebistanê hin beşên Sede, li bakurê Yemenê bombebaran kirine ku li encama vê êrişê hejmarek birîndar bûn.
Pêştir Îlbiyo Rosîlî nunerê Oroguê li NY li bara êrişên hewayî yên Erebistanê ser Yemenê got: Bombebarana bazarekê li Seda Yemenê û kuştina 23 kesên sivîl ji aliyê Erebistanê û hevpeymanên wê binpêkirina mafên navneteweyî bû.
Di eynî demê de li encama operasyona tolhildanê ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê li parêzgeha Cewfê hejmarek ji kirêgirtiyên siûdî hatin kuştin an birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)