AsyaCîhanEfrîqaEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Li peravên Lîbyayê ji ber karesata penaberan: 74 kes mirin

Heyva sor a Lîbyayê wek nûçeya lezgîn hin wêne belav kirin ku nîşan dide ji ber karesata penaberan 74 kes hatine kuştin.

Li rojavayê Lîbyayê pêlên ava behra sipî meytê 74 penaberan anîne beravên Lîbiyayê.

Penaber bo ku xwe bigehînin Ewropayê qayîxên ku 150 kesan radikin de derdikevin rêvîtiyê. Lê hat ragehandin ku heta naha ji wê qayîxa ku noqî avê bûyî tenê 74 termên penaberan hatine dîtin.

Rayedaran ragehandin ku ew 74 kesên ku mirine termên wan dê li Trablusê goristana bêkesan de bên veşartin.

Piştî rêya Tirkiyê û Yewnanîstanê ji penaberan re hate girtin, penaber bo xwe bigehînin Ewropa li ser rêya welatê bakûrê Efrîqayê Lîbyayê re dixwazin bigehin Ewropa. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu