Balefirên cengê yên siûdî tim navçên curbicur ên Yemenê bombebaran dikin. Li gorî rapora kanala nûçan a El-Mesîrê ya Yemenê, balefirên cengê yên siûdî roja sêşemiyê bi sedan cara navçên curbicur ên Sedê li bakurê Yemenê dikin armanc. Destdirêjkirên siûdî navça Herz û bajarê Senayê jî bi caran bombebaran kirin.
Hevalbendiya siûdî parêzgeha Sedê û navça El-Beqê li beşa Ketafê jî bombebaran kir. Sê êrişên hewayî jî ser beşa El-Qîlê li parzêgeha El-Cewfê û Mîdiyê li parêzgeha Heceyê bakur û bakurê rojava Yemenê cih hatin. Li parzêgeha Hedîdê rojava Yemenê jî welatiyekî yemenî li encama êrişa hewayî ya Rejîam alê siûd hat kuştin.
Li berteka li hember êrişên siûdiyan artêş û hêêzn gelanî yên Yemenê êriş kirin ser cihê kombûna kelûmelên eskerî yên Erebistanê nêzîkî navenda El-Sedîdê li Necranê başûrê vî welatî.
Artêş û hêêzn gelanî yên Yemenê 4 karwanê eskerî yê Erebistanê li başûrê vî welatî dan ber êrişan. Hêzên yemenî her wiha du trimbêlên zirihî yên siûdiyan li navça El-Kersê li Xûbê li Cîzanê têk birin. Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê karîn ku kontrola du gundan li navça El-Xûbê li Cîzana Erebistanê bigrin destê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)