NûçeRojhilatanavinYemen

Dewama êrişên Erebistanê ser Yemenê

Balefirên cengê yên Erebistanê li dewama bombebarana bajarên Yemenê cardinê êriş kirin ser başûrê Senayê.

Balefira bomberêj a Rejîma Siûdî îro çarşemiyê li êrişa ser xwendindegehê li Senayê paytexta Yemenê çend  avahî kavil kirin  û herîkêm 7 xwendevan jî birîndar kirin.

Artêşê û hêzên gelanî yên Yemenê jî li bersiva êrişên Erebistanê bi mûşekê êriş kirin ser cihê kombûna  eskerên siûdî li parêzgeha Necranê.

Di eynî demê de çavkaniyên nûçan ragihandin encama lêkolînên Erebistanê û pizîşkên bêyî sînor li  êrişa ser nexweşxaneyekê li Yemenê newekhev in.

Pizşîkên  bêyî sînor ragihandin li êrişa Erebistanê ser nexweşxana  Ebesê li parêzgeha  Hecê 20 kesan canê xwe ji dest dane. Li halekê ku  Erebistanê îdia kiriye li encama vê êrişê tenê 7 kes hatine kuştin.

Êrişên  bêrawestan ên Erebistanê ser navçên  xelknişîn ên Yemenê tevî bêdengiya  civaka navneteweyî tim didomin û encama  van êrişana  tenê qurbanîbûna  xelkê sivîl ji wan jin  û zarokên yemenî ye.

Erebistanê ji Adara 2015an  ve êrişên xwe ser Yemenê destpê kiriye jibo ku Ebd Rebê Mensûr  Hadî serokkomarê îstifakirî yê vî welatî vegerîne ser desthilatê. Li encama van êrişana  zêde ji 11 hezar yemenî canê xwe jidest dane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu