Balefirên cengê yên Erebistanê li dewama bombebarana bajarên Yemenê cardinê êriş kirin ser başûrê Senayê.
Balefira bomberêj a Rejîma Siûdî îro çarşemiyê li êrişa ser xwendindegehê li Senayê paytexta Yemenê çend avahî kavil kirin û herîkêm 7 xwendevan jî birîndar kirin.
Artêşê û hêzên gelanî yên Yemenê jî li bersiva êrişên Erebistanê bi mûşekê êriş kirin ser cihê kombûna eskerên siûdî li parêzgeha Necranê.
Di eynî demê de çavkaniyên nûçan ragihandin encama lêkolînên Erebistanê û pizîşkên bêyî sînor li êrişa ser nexweşxaneyekê li Yemenê newekhev in.
Pizşîkên bêyî sînor ragihandin li êrişa Erebistanê ser nexweşxana Ebesê li parêzgeha Hecê 20 kesan canê xwe ji dest dane. Li halekê ku Erebistanê îdia kiriye li encama vê êrişê tenê 7 kes hatine kuştin.
Êrişên bêrawestan ên Erebistanê ser navçên xelknişîn ên Yemenê tevî bêdengiya civaka navneteweyî tim didomin û encama van êrişana tenê qurbanîbûna xelkê sivîl ji wan jin û zarokên yemenî ye.
Erebistanê ji Adara 2015an ve êrişên xwe ser Yemenê destpê kiriye jibo ku Ebd Rebê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê vî welatî vegerîne ser desthilatê. Li encama van êrişana zêde ji 11 hezar yemenî canê xwe jidest dane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)