IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama teqînên têrorîstî li Iraqê

Rayedarên ewlehî û polîsê Iraqê qala birîndarbûna du kesan li teqîna rojavaya Bexdaya paytexta vî welatî û kuştina sê endamên malbatekê li êrîşa têrorîstên DAIŞ`ê li Mûsila bakurê vî welatî kirin.

Rayedarekî polîsê Iraqê ragihand: Bombek berêvariya duşemiyê li riya Hey El Firatê li rojavaya Bexdayê teqiya û  di encamê da du kes birîndar bûn.

Her wiha rayedarekî ewlehiyê li parêzgeha Nêynewayê got: Li êrîşên bi topên hawanê yên çeteyên DAIŞ`ê li bakurê bajarê Mûsilê, sê endamên malbatekê hatin kuştin û çar kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu