NûçeRojhilatanavinYemen

Dewama êrişên hewayî yên Emerîkayê li Yemenê

Balefirên emerîkî ku tê texmînkirin bêfirokevan in roja pênşemiyê nêzîkî 30 caran navçên curbicur ên parzêgeha Beyzayê li navenda Yemenê bombebaran kirin.

Li gorî rapora kanala nûçan a El-Alamê, çavkaniyeke xwecî li parêzgeha  Beyzayê ya Yemenê ragihand: Balefirên emerîkî li van 30 êrişana , navçên  El-Seîd li beşa  El-Somie li başûrê rojhilata  parêzgeha  Beyzayê dan ber êrişan.

Vê çavkaniyê her wiha  diyar kir: Ev êrişa li halkeê cih hat ku  çarşamiyê şevê firîna berdewam a ablefirên  emerîkî li esmanê beşa  El-Somie li parzêgeha  Beyzayê hatiey dîtin.

Li gorî gotina vê çavkaniay wsxecî, balefirên  emerîkî pêştir navça  Wadî Seîd ku penageha  bi dehan malbatên aware ji navçên  Qîfe û Readyê ye li 19 Çilla 2017an  bombebaran kirin.

Hin çavkaniyên xwecî û kesên alîkar d ragihandin ku  li encama vê êrişê 30 kes ji wan 10 jin û hejmarek zarokên yemneî hatine kuştin.

ERebistanê bi piştgiriya  Emerîka û Brîtanyayê ji Adara2015an  êrişên xwe ser gelê Yemenê destpê kiriye. Êrişên  Rejîma Alê Siûd ser gelê Yemenê bûye sedema  birîndarbûn û kuştina 38 hezar kesan û her wiha  bûye sedema kavilbûn û awarebûna  bi milyonan kesên sivîl ên yemenî bitaybet jin û zarokan (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu