CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Ebas Iraqçî: Hêzên Îranê ser daxwaza dewleta qanûnî ya Şamê li vî welatî ne û em vî karî ne tenê ji bo ewlehiya  Îranê, belkî bo hemî navçê dikin

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li hevpeyvîna bi rojnama Alpapîs a Spanyayê re got: Ger hin qawet hewl bidin ku rêketinnama navokî bi meselên din ve girêdin, dê ev hevhatina ji nav here.

 Ebas Iraqçî  li hevpeyvîna  roja duşemiyê bi rojnama  spanyayî ya  Alpîsa Spanyayê bal kişand ser şêwirîna  Îran û nûnerên  ewrûpî yên beşdarê rêketinnama navokî jibo vejiyandina  vê hevhetinnamê got: Têhran pirtir  ji ya ku li rêketinnama navokî li bara wê li hev kirine, naxwaze.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê û serokê îranî yê erkantiya  şopandina  cihanîna  rêketinnama navokî bal kişand ser li xwe mukirhatina  sê welatên  ewrûpî- Brîtanya-Fransa û Almanyayê li hember rêketinnama navokî û got: Niha dora aliyên ewrûpî ye ku ji bo parastina rêketinnama navokî hewl bidin.

Iraqçî got: Ger aliyên  ewrûpî yên rêketinnama navokî li dijî hevhatinê bixwezin meselên  ne-navokî mîna mûşekê bi meselên din ve girêdin dê hevhatin ji nav here û dê çareserkirina  meselan aloztir bike.

Iraqçî her cure hevhatina  teze ya Îranê bi aliyên  rêketinnama navokî red kir û got:Çawa dikarin muzakireya  li bara  meselên din bixin rojevê li halekê ku  hevhatina  rêketinnama navokî hîn tam cih nehatiye.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê teqez kir: Peyama  Îranê zelal e. Ewlewiyet eva ye ku  rêketinnama navokî kar bike û ji vir şûnde em dikarin  li bara meselên din biaxivin.

Iraqçî li bara  mehna  dilgiraniya welatên rojava li bara hevkariya ewlehiyê ya Îranê tev Sûriyê ji bo rawestana li ber terorîstan jî got: Hêzên Îranê ser daxwaza dewleta qanûnî ya Şamê li vî welatî ne û em vî karî ne tenê ji bo ewlehiya  Îranê, belkî bo hemî navçê dikin.

Başa dön tuşu