Hêzên sûrî meqerên ser bi komên teroristî li derdora bajarê Cisr El-Şixûr bi tundî dan ber êrişên xwe.
Li gorî rapora Fars News`ê, koma nasiyar bi çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê ku ser bi neyaran e li bara dewama êrişa artêşa Sûriyê ser meqerên terorîstan li parêzgeha Idlibê agahiyan didin.
Vê komê raghand ku ji vê sibê hêzên sûrî navçên bin kontrola terorîstan li bajarê Cisr El-Şixûrê bombebaran kirine.
Artêşa Sûriyê ji midehek berî niha li halê şandina kelûmelan û hêzan bo navçên bakurî ye ku bikaribe Idlib û Rîfa Hemahê ji terorîstan bistîne.
Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê jî îro raghand ku balefirên cengê yên Rûsiyê armancên terorîstî li parêzgeha Idlibê dan ber êrişan.
Balefirên cengê yên Rûsiyê û Sûriyê duh piştî çend heftiyan, êrişên hewayî yên berfireh ser meqerên terorîstan li parêzgeha Idlibê û hin beşên Hemahê destpê kirin.