Dewama gireva behreyniyan li ber mala şêx Îsa Qasim
120 roj ji ser gireva behreyniyan li ber mala şêx Îsa Qasim rêberê şîeyên vî welatî derbas dibe.
li gorî rapora roja çarşemiyê ya kanala nûçan a El-Minara Lubnanê , greva welatiyên behreynî li ber mala şêx Îsa Qasim li navça El-Derazê, paytexta Behreynê, Memanê li rewşekê derbasî meha pêncan bûye ku Rejîma Alê Xelîfe li vê midehê her cure kiryarên serkutkiriyê xebitandiye.
Di eynî demê de hedefgirtina rûhaniyan û çalakên ku piştgiriya xwe ji şêx Îsa Qasim re ragihandine û betalkirina mafê wî yê welatîbûnê şermezar kirine, her berdewam dike.
Pisrgirêkên li hember azadiya axiftinê li Behreynê girtina pêşnimêjan û medahan piştî dawiya merasima Aşûrayê ji aliyê Rejîma Alê Xelîfe tim didome û Rejîma Behreynê banî hejmarek ji wan kiriye û hin ji wan jî binçav kirine.
Ji aliyê din ve alimên behreynî li daxûyaniyekê daxwaza bidawîbûna zilm û zordariya eşîretî ji aliyê rejîmê û azadiya destxwe ya xetîbên minbera huseynî û destpêkirina pêvajoya siyasî kirin.
Rejîma Behreynê Hezîrana 2016an mafê welatîbûnê yê Şêx Îsa Qasim , rûhaniyê şîe yê vî welatî betal kir ku ev kiryara wan rastî bertekên tund ên şîeyên Behreyn û Cîhanê hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)