NûçeRojhilatanavinSûriye
Dewama girtin, işkencekirin û kuştina sivîlan bi destê têrorîstên bin fermana Enqerê li Efrînê de
Têrorîstên di bin fermana Enqerê li Efrînê de welatiyekî Kurd ê nexweş revandin û bi eşkenceyê kuştin û meytê wî li geliyê Tîra hat dîtin.
Têrorîstên Lîwaya Sultan Murad, Firqeya Hemzat û Ehrar El-Şerqiye ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li her du bajarokên Şêrawa û Raco ser bi Efrînê li bakura Sûrîyê 13 welatiyên sivîl ên Kurd girtin û ber bi cihekî nediyar ve birine.
Têrorîstan li devera Şêrava li gundê Beiyê 9 sivîl girtin û veguhestin cihekî ne dîyar û di berdêla azadkirina wan welatiyên sivîl de daxwaza pereyan ji malbatên wan dikin.
Têrorîstan herwiha duh li gundê Miskê ser bi bajarokê Raco yê girêdayî herêma Efrînê ve 4 welatî û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.