IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama gotûbêjên ji bo pêkanîna dewleta nû ya Iraqê

Du taximên bi nûnertiya hevalbendiya Feth bi rêberiya Hadî Amirî û hevalbendiya Dewleta Qanûn bi serokatiya Nûrî Malikî seredana Hewlêrê kirin û tev taximên Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê gotûbêj kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Li dewama civîn û gotûbêjên li ser pêkanîna dewleta Iraqê, du taximên bi nûnertiya hevalbendiya Feth bi rêberiya Hadî Amirî û hevalbendiya Dewleta Qanûn bi serokatiya Nûrî Malikî seredana Hewlêrê kirin û tev taximên Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê gotûbêj kirin û paşê jî tev Mesûd Barzanî serokê vê partiyê civiyan.

Hatiye ragihandin ku ev du taximên ku çûne Hewlêrê piştî hevdîtina tev taximên Partiya Demokrat a Herêma Kurdistana Iraqê tev partiyên dine vê herêmê ji wan partiya Yeketiya Niştîmaniya kurdistana Iraqê jî dê gotûbêjê bikin.

Partiya Demokrat a Herêma Kurdistana Iraqê jî li van gotûbêjan ragihandiye ku ev partiya tev her aliyekê li Bexdayê ku xwestekên kurdên vî welatî berçav bigre hevalbendiyê pêk tîne.

Hevçax Ebdul-Selam Malikî ji endamên derecebilinde dewleta Qanûn jî gotiye medyayên Herêma Kurdistana Iraqê ku ewna dixebitin hevalbendiyek pêkhatî ji hemû hêzên iraqî pêk bînin.

Wî gotiye ku dewleta Qanûn pilanekî dirêj ji berê va hebûye ku hevalbendiyek mezin ku ji aliyên siyasî yên nav Iraqê pêk tê, pêk bîne.

Bingehên nefermî yên kurdên iraqî ragihandine ku taximên ku seredana Hewlêrê kirine, rêketina xwe bona dayîna posta serokkomariyê bi kurdan ragihandine û ji kurdan xwestine ku piştevaniya berbijarê şîeyan bona posta serokwezîriyê bikin.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja Şemiyê, 12ê Gulana 2018an bi beşdariya derdora 11 miliyon ji iraqiyan û bi asta beşdariya zêde ji sedî 44ê xelkê hat lidarxistin.

Li hilbijartina parlimanî ya Iraqê 320 partî, hevpeymanî û lîsteya hilbijartinê ketin rikeberiyê.

Li hilbijartina parlemanî ya Iraqê, hevalbendiya Sairûn bi serokatiya Muqteda Sedr 54 korsî, Feth bi serokatiya Hadî Amirî 47 korsî, Nesr bi serokatiya Heyder Ebadî 42 korsî,dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî malikî 25 korsî, El-Veteniye bi serokatiya Eyad Elawî 22 korsî, Bereya Hikmet bi serokatiya Emar Hekîm 19 korsî û El-Qerar bi serokatiya Usame Nucêyîfî 13 korsî anîne dest.

Başa dön tuşu