İslami Davet Kurdi Bange İslami

Dewama gotûbêjên Zerîf; Beşdariya li civîna koma navneteweyî ya Qeyranê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di dewama gotûbêjên xwe yên Dîplomatîk li New Yorkê, Pêncşemiyê bi şev beşdariya civîna hevpar a Qeter û Koma Qeyranê li ser mijara kêşeyên ewlehiyê yên Rojavaya Asyayê kri.

Li gorî rapora IRNAyê, ji billî Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf, wezîrên karên derve yên Uman, Qeter û Norwêjê jî li vê civînê beşdar bûn û derbarê guhertinên navneteweyî gotûbêj kirin.

Zerîf û hevtayê wî li vê civînê ji billî gotûbêja derbarê guhertinên navneteweyî, derbarê Lihevkirina Atomî û guhertinên navçeyî jî axivîn.

Koma navneteweyî ya Qeyranê yek ji ramangehên herî bi hitbar ên amerîkî ye.

Exit mobile version