IraqNûçeRojhilatanavin

Hevkariya Leşkerî ya Iraq û Rûsyayê li dij terorîstan

Serokwezîrê Iraqê got: Bexdayê hêştiya ku balafirên Rûsyayê yên cengê ji ser esmanê Iraqê derbas bibin bona lêxistina li pêgehên DAIŞ`ê di nav axa Sûriyê.

Televîziyona El-Iraqiye ragihand ku serokwezîrê vî welatî Heyder Ebadî duh li press konferansekê de li Bexdayê got: Iraq naxwaze li karûbarên Sûriyê mudaxile bike, Lê ji ber ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê welatiyên Iraqê dikuje û gelek deverên vî welatî dagîr kirine, Bexdayê hêştiye ku balafirên Rûsyayê ji bo lêdana DAIŞ`ê li nav Sûriyê ji ser esmanê Iraqê derbas bibe.

El-Ebadî got: Iraqê ji bo derbasbûna balafirên Rûsyayê dalaneke hewayî çê kiriye ku nêzîkî sînorê Sûriyê ye.

Serokwezîrê Iraqê herwiha li ser berdewamiya operasiyona artêşa û hêzên gelanî yên vî welatî li dij terorîstên DAIŞ`ê û azadkirina deverên bin dagîrkeriyê ji wan Mûsilê sekinî.

Heyder Ebadî li vî halî de got : Taxima dewleta Iraqê li rûniştina xwe ya roja sêşemê mesela kemeda ewlehiyê ya Bexdayê jî xiste rojevê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu