CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Dewama helahelaya karbidestên Amerîka dijî Îranê

Nûnera hertimî ya Amerîkayê li Rêxistina Netewên Yekgirtî li nama xwe ya duh çarşemê bona Rêxistina Netewên Yekgirtî û Konseya Ewlehiyê îdia kir ku Îran piştevaniya terorîstan dike û pêbendî qayde û qirarên navnetewî nîne.

Li gor rapora IRIB News`ê, Nûnera hertimî ya Amerîkayê li Rêxistina Netewên Yekgirtî li nama xwe ya duh çarşemê bona Antonyo Gutrês sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî û Konseya Ewlehiya vê saziyê îdia kir ku “Îran piştevaniya terorîstan dike û pêbendî qayde û qirarên navnetewî nîne“.

Ev îdiayên pûç ji aliyê Nîkî Hîl piştî ku Komara îslamî ya Îranê mûşeka setelaythilgira Sîmorxê ceriband, hatine kirin.

Amerîka û sê welatên ewrûpî yanê Firansa, Alman û Ingilîzê ku hertim dixebitin teknolojiyên pêşketî li destê wan da be, duh çarşemê piştî ku Îranê mûşeka Setelaythilgira Sîmorxê ceriband, îdia kirin ku ev xebata Îranê dijî biryarnama 2231ê li bara Rêketinnama Navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1ê ye.

Mûşeka Sîmorxê ya hilgira Setlaytê ya Îranê pêncşemiya buhurî anku 27`ê Tîrmeha 2017`an ji Baregeha Neteweyî ya Fezayî ya Îmam Xumêynî (RE) li Têhranê bi serketî bo esmên hat avêtin.

Mûşeka Sîmorxê ya hilgira Setlaytê dikare setlaytên heta giraniya 250 Kîlogeremê li xolgeha 500 Kîlomitriya erdê dayne.

Rêks Teylêrson wezîrê karên derve yê Amerîka jî sêşemiya bihurî îdia kiribû ku Îranê pê ceribandina vê mûşekê rûhê rêketina navokî binpê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu