IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama kavlikirina warên dîrokî bi destê DAIŞ`ê

Têrorîstên DAIŞ`ê hin beşên dîwarê dîrokî yê Nêynewayê û dervazeya dîrokî ya li rojhilata vê parêzgehê kavil kirin.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alam`ê, endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê duh piştî nîvro bi boldozêrê dervazeya kevnar a Eded`ê li nêzîkî zankoya têknîkê li rojhilata Mûsilê xirab kirin.

Çavkaniyekî herêmî ji kanala Someriye News a Iraqê ra got ku DAIŞ`ê di rojên buhurî da hejmareke şûnewarên kevnar xirab kirine û çend berhemên kevnar û dîrokî jî ji Mûsilê veguhestine Sûriyê.

Çavkaniyekî herêmî li Mûsilê jî ragihand ku koma têrorîst a DAIŞ`ê Dervazeya Aşûrî li navenda parêzgeha Nêynewayê xirab kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu