FilistînNûçeRojhilatanavin

Dewama koçandina bi zorê ya rûniştiyên Beyt Ul Muqedesê

Weşana du raporan li rojnameya îsraîlê ya Haartês`ê, ji dewama cihûkirina Beyt Ul Muqedesê û ramalandina etnîkî li bajarî, agahiyê didin.

Li gorî nivîsara Haaretês`ê, Rejîma Îsraîlê, piştî nêzî heşt salan sekinînê, careka din cihanîna bernameya derxistina malbatên filistînî yên rûniştiyê taxa El Şêx Cerahê li Beyt Ul Muqedesê, bi mihaneya vê yekê ku ev malana berî dagîrkirina Filistînê, yên cihûyan bûne, dest pê kiriye.

Di vî warî de Rejîma Siyonîst di mideha 5 rojan de, malbata Eyûb Şemasine, filistîniyekî rûniştiyê taxa El Şêx Cerahê, ji mala wî derxist. Dadgeha Rejîma Îsraîlê, li hikmekê ragihand ku ev mala ya malbateka cihû ye ku mafên xwe firotine Civata Bajarokên Siyonîsttêde.

Hevgavê vê yekê li gundê Selwanê ku ketiye navçeya başûrî ya Qudsê û derveyî pişka kevn a Beyt Ul Muqedesê, berpirsên siyonîst, munaqiseyekê jibo kirrîna pişkek ji mala filistîniyekê ku îdia dibe ya xwediyê sereke yê vê malê ye, li dar dixînin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu