CîhanEwropaNûçe

Dewama kuştinên bi çekan li Amerîkayê

Navenda Tormakirina Şîdetên Bi çekan li Amerîkayê şeva buhurî ragihand ku di 24 sietên buhurî de 59 babetên gulleavêtinê li Amerîkayê qewimîne ku di encama wan de herîkêm 17 kes hatine kuştinê û 42 kes jî birîndar bûne.

Pirranîya wan babetana li eyaletên Waşîngton, Colifornia, Ohayo û Delawarê qewimîne.

Ligorî raporan, roja Înîyê jî 114 babetên gulleavêtinê li Amerîkayê hatine tomarkirinê ku di encama wan de 32 kes hatine kuştinê û 71 kes jî birîndar bûne.

Her sal bi hezaran kes di encama bûyerên gulleavêtinê li Amerîkayê de tên kuştinê yan birîndar dibin.

Li gorî amar û bîlaçoyan, li Amerîkayê anegorî gelheya vî welatî, hejmara çekên sivik pirr zêde ye bi awayekî ku jibo her 100 kesên li Amerîkayê, 90 tifing û demançe hene.

Jiber nifûza lobiya piştgirê rakirina çekan li Kongireya Amerîkayê, dewlet û her du partiyên sereke yên vî welatî, tu karekî jibo bisînorkirina rakirina çekan nakin.

Başa dön tuşu