Dewama muzakirên sûrî-sûrî tenê riya kutakirina qeyranê

Elî Şemxanî îro li hevdîtina xanima Hedye Xelef Ebas seroka parlemana nûnerên Sûriyê û taxima bi wî re bi rexneya ji piştgiriyên eşkere ên siaysî û eskerî yên Emerîkayê ji grûpên curbicur ên terorîstî û tekez kir: Dê viyana qahîm a gelê Sûriyê pêşeroja vî welatî ku serketin û vegeriyana bo rojên geş e, dê kivş bike.
Şemxanî bal kişand ser destkevtên berfireh û serketinên Sûriyê ku hasila hevrêtiya dewletê û gelê vî welatî li rawestana li hember terorîstan û piştgirên wan e destnîşan kir: Dê pêşeroja Helebê û meydanên Sûriyê tenê li warê hemberbûna bihêz tev tekfîriyan were kivşkirin.
Nunerê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê got : Dijminatiya Emerîka û Rejîma Siyonîstî tev mêhwera berxwedanê ewqas e ku heta ewlehiya neteweyî ya xwe û ewlehiya navneteweyî jî binpê dikin û mixabin piştî êrişên curbicur ên terorîstî ser Ewrûpayê venihêrîn û îrada cidî li çawaniya rawestana li ber terorîzmê ji aliyê van dewletana cih nehat.
Serokê parlemana nunerên Sûriyê jî bi spasiya ji alîkariyên mirovhezane û misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê bo Sûriyê jibo rawestana li ber terorîzmê û berevaniya ji bajêran û gundên ber gefê tekez kir: Ger hin welatên erebî jî mîna Îranê bi nihêrîneke sadiqane hewl bidana qeyrana Sûriyê çareser bibe îro welatên navçê wisa rastî qeyranê nedihatin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)