AborîÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Dewama muzakireyên danîna borîya veguhestina nifta Herêma Kurdistanê bo Îranê

Alîkarê wezîrê nift û çavkanîyên sirûştî yên Herrêma Kurdistana Iraqê got: Muzakireyên ligel Komara Islamî ya Îranê jibo damezirandina borîya veguhestina nifta Herêma Kurdistana Iraqê didomin.

Taha Zengene îro li gotûbêja ligel nûçegihanê ajansa nûçan a IRNA`yê, li bajarê Hewlêrê her wiha got: Muzakireyên me li bara çawanîya veguherstina nifta Herêma Kurdistana Iraqê bi riya axa Komara Islamî ya Îranê didomin û me karîye hin pêşketinan bi dest bixin. Wî her wiha got: Tu astengîyek ser rêka danîna vê borîya niftê tineye û tenha xala ku bûye sedema paşdaketina vê projê, eva ye ku projên bi vî rengî demeke dirêj digirin ber xwe ji ber ku veguhestina niftê bi rêka borîyê pêvajoyeke demgir e.

Heyamekê berî niha nunerê Herêma Kurdistana Iraqê li Têhranê li koma nûçegihanan got ku têgiheştinama veguhestina nifta Herêma Kurdistana Iraqê bi rêka Komara Islamî ya Îranê hatîye wajokirinê û yê bi zûtirkê cih were.

Bi dû gêreyên sîyasî li Iraqê, rayedarên sîyasî û aborîyê yên Herêma Kurdistana Iraqê careka din xwestin ku nifta Herêma Kurdistanê bi rêya axa Komara Islamî ya Îranê bo bazarên cehanê bê veguhestin.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu