AsyaNûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa tirk û çekdarên bi ser  wan ve agir berdan zincîre çiyayên Hawarê

Li sibeha îro 08.07.2018ê, artêşa tirk û çekdarên bi ser  wan ve agir berdan zincîre çiyayên Hawarê û heta niha şewat berdewam e.

Jêderekî xwecihî ji BasNewsê re ragihand ku serbazên tirk û çekdarên bi ser ve li vê sibê agir bi derdora gundê Dîbê yê navçeya Reco xist û niha şewata li rûbera darsitanên çiyayî her diçe ferehtir dibe û jiyana gundên li ser wî çiyayî dixe metirsiyê. Gundên metirsî li ser gundên Çiyê, Dîbê, Şêx, Şêxbila û Hesendêra ne.

Di heman demê de, li gor heman jêderî, bi awayekî sîstêmatîk  çiyayê Sarisî, Bilêl, Qerebîl têne şewitandin.

Herweha da xuyakirin ku artêşa tirk bi mebesta xurtkirina cîgehên xwe yên leşkerî, agir berdide daristanên derdorê.

Tê zanîn ku di demeke berê de jî, artêşa tirk û çekdarên bi ser ve daristanên li derdora gola Meydankê ya navçeya Şera şewitandibûn û bû cihê nerazîbûna xelkên deverê bê kesek karibe destêwerdanê bike.

Başa dön tuşu