CîhanNûçe

Dewama nerazîbûnan li Şîliyê

Hêrsbûna neraziyên dijberê serokkomarê Şîliyê piştî derbasbûan sê heftiyan ne tenê kêm nebûye belkî pekiye navçên heta radeyekê aram a paytextê jî.

 Li gorî rapora Frnace Press`ê,  li xwenîşandana roja îniyê nerazî  li ber koşka serokkomarê Şîliyê li Santiyagoya paytextê bi hilgirtina alayê û hin plakardan, hin dirûşme li dijî serokkomar bilind kirin û daxwaza îstifaya wî kirin. 

Şaredariya Santiyagoyê hejmara beşdarên vê xwenîşandanê  75 hezar kes ragihand û got  li sêwemîn îniya li dû hev a nerazîbûnan li paytextê, pevçûna navbera polîs û neraziyan kêşa nav beşek ji zanîngeha Pêdro Do Valdîvyayê û klîseyeke dîrokî jî hat talankirin. 

Nearamiyên Şîliyê ji dawiya Cotmeha buhurî va bona protestokirina zêdebûna bihayê bilêta Mêtroyê dest pê bû û piştre li dijî nebûna edaletê û xebata neçê ya dewletê di warên pererdehî, tendurustî û karbesiyê hat domandin.

Niha nerazî daxwaza wêdeçûyîna serokkomarê ji ser desthilatê dikin. 

Li gor raghandina xaça sor a Şîliyê li encama van nearamiyan heta niha herî kêm 23 kes hatine kuştin û zêde ji du hezar û 500 kes jî birîndar bûne.

Başa dön tuşu