CîhanNûçeRojhilatanavin

Dewama nerazîbûnên seranserî li Tûnisê

Dewama nerazîbûnên seranserî li Tûnisê bû sedem ku hemî geştên esmanî yên li vî welatî bên îbtalkirin.

  Malpera rojnama  El-Quds El-Erebî raghand ku  îbtalkirina hemî firînan li balefirgeha navneteweyî ya Tûnisê bûye sedema  hêsrbûn û nerazîtiya rêwiyan û aloziya li vê balefirgehê.

Gireva seranserî li Tûnisê ji roja pêncşemiyê ve bona protestokirina sersariya dewletê li  bara zêdekirina  miaşan û ser deweta Yekitiya giştî ya  kar û şuxilên  li Tûnisê destpê bûye.

Şîrketa balefiran a Tûnisê li bara  rawestandina  firînan li rojên  îniyê û şemiyê agahî daye û Wezareta hîndekarî û perwerde û  xwendina bilind  û lêkolînên  zanistî jî polên dersê tehtîl kirine.

Tehtîlbûna veguhestina bajaran jî bûye sedema  sergerdaniya  piraniya  welatyên tûnisî li rawestgehên  mêtro û ûtûbûs û  bê serûberiya trafîkê li paytextê.

Pêştir jî li 2 Mijdara 2018`an piştî işkesta muzakirên dewletê û nûnerên  Yekitiya  kar û şuxilên Tûnisê, li seranserê vî welatî gireveke mezin bi rê ket

Hewldan û gefên  Bacî Qaid El-Sebsî serokkomarê Tûnisê bona kutakirina van girevan, tevî xirabtirbûna   qaweta kirîna xelkê, neghêştiye tu encamê.

Başa dön tuşu