Nûçe

Dewama nerazîtiyên dijî bijartina Trêmp

Neraziyan li sêyemîn şeva li pey hev li çend bajarên Amerîkayê li dijî serokomarê bijartî yê vî welatî kombûnên nerazîtiyê li dar xistin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, bi hezaran kesî êvara îniyê li kolanên Miyamî, Atalanta, Fîladilfiya, New York û Sanfiransîskoyê kom bûn û li dijî gotinên bi gengeşe yên Donlad Tramp serokomarê bijartî yê Amerîkayê li bara koçber, misilman û jinan xwenîşandan bi rê xistin.

Li Miyamiyê çend hezar çalakên amerîkî li navenda bajêr kom bûn.

Li New York`ê jî kesên nerazî li Parka Washington Squre`ê û li ber Birca Trêmp ku ciyê rûniştina wî li kolana pêncan a vî bajarî ye, kom bûn.

Trêmp ku pêştir nerazîtiyên amerîkî  di bin bandora mêdyayan dabû zanîn, roja îniyê helwêsta xwe guherand û pesna wan da.

Ji dema ragihandina encamên hilbijartina serokomartiya Amerîkayê di roja çarşemiyê da û serketina Donald Tramp, li bajarên cûrbicûr ên vî welatî xwenîşandana aram hatiye birêxistin.

Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê roja sêşemiyê 8`ê Mijdara 2016`an hat lidarxistin ku li vê hilbijartinê Donald Trampê wek berendamê Komarxwazan li hemberî hevrika xwe Hîllarî Klîntonê ji Partiya Dêmokratan bi ser ket (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu