Neraziyan li sêyemîn şeva li pey hev li çend bajarên Amerîkayê li dijî serokomarê bijartî yê vî welatî kombûnên nerazîtiyê li dar xistin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, bi hezaran kesî êvara îniyê li kolanên Miyamî, Atalanta, Fîladilfiya, New York û Sanfiransîskoyê kom bûn û li dijî gotinên bi gengeşe yên Donlad Tramp serokomarê bijartî yê Amerîkayê li bara koçber, misilman û jinan xwenîşandan bi rê xistin.
Li Miyamiyê çend hezar çalakên amerîkî li navenda bajêr kom bûn.
Li New York`ê jî kesên nerazî li Parka Washington Squre`ê û li ber Birca Trêmp ku ciyê rûniştina wî li kolana pêncan a vî bajarî ye, kom bûn.
Trêmp ku pêştir nerazîtiyên amerîkî di bin bandora mêdyayan dabû zanîn, roja îniyê helwêsta xwe guherand û pesna wan da.
Ji dema ragihandina encamên hilbijartina serokomartiya Amerîkayê di roja çarşemiyê da û serketina Donald Tramp, li bajarên cûrbicûr ên vî welatî xwenîşandana aram hatiye birêxistin.
Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê roja sêşemiyê 8`ê Mijdara 2016`an hat lidarxistin ku li vê hilbijartinê Donald Trampê wek berendamê Komarxwazan li hemberî hevrika xwe Hîllarî Klîntonê ji Partiya Dêmokratan bi ser ket (BANGÊ ÎSLÂMİ).