IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama operasiyona azadkirina tam a bajarê Felûceya Iraqê

Hêzên artêşa Iraqê li dewama opêrasiyona azadkirina bajarê Felûcê li parêzgeha Enbarê li rojavaya vî welatî taxeke din a vî bajarî ji bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê azad kirin.

Li gorî rapora kanala televîziyoniya Meyadîna Libnanê, artêş û hêzên gelanî yên Iraqê roja sêşemiyê, 31`ê Gulana 2016`an, taxa Şuhedaya Seqlaviyê li bajarê Felûcê azad kirin.

Bi azadbûna vê taxê ria ketina nav Felûcê li riya bakûr va hat vekirin.

Li ser esasa vê raporê, pevçûnên giran di navbera artêş û hêzên gelanî yên Iraqê û çeteyan li Felûcê didomin.

Navenda fermandetiya opêrasiyona Bexdayê roja sêşemiyê, 31`ê Gulanan 2016`an, ragihand ku li êrîşa hewayiya artêşa Iraqê li ser taxa Seqlavbiyê li bakûrê rojavaya bajarê felûcê herîkêm 28 kes ji endamên koma tekfîrî û têrorîst a DAIŞ`ê hatin kuştin û birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu