Dewama opêrasyona artêşa Sûrîyê li derdora Hemayê

Artêşa Sûrîyê û hevpeymanên wê piştî pevçûnekê li hemberî koma têrorîst a Cebhetunusrê, opêrasyona li derdora parêzgeha Hemayê domandin û devera Til Xezanê xistin bin kontrola xwe.
Li gorî rapora têlêvîzyona Al Alamê, artêşa Sûrîyê herwiha bi kontrolkirina pişka rojhilêt a girikên Berdeîyê li başûra rojavaya parêzgeha Şamê, xeleka dorpêçkirina têrorîstan li vê deverê tengtir kir.
Artêşa Sûrîyê di 7`ê Cotmehê de jî bi piştevanîya hêzên Berxwedana Islamî, li dewama têkoşîna li hemberî koma têrorîst a Cebhetunusrê li başûra rojavaya parêzgeha Şamê, du girikên Lêsan Sexer û Til Zebê li vê deverê xistin bin kontrola xwe.
Serdestîya artêşa Sûrîyê li van navçana bû sebeb ku rêya gîhandina alîkarîyan bo têrorîstên Cebhetunusrê sist bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)