Hêzên artêşa Sûrîyê li dewama opêrasyona li dijî têrorîstan, li bakûr û rojavaya Sûrîyê derbên giran li wan xistin û bi dehan kes ji wan kuştin.
Li gorî rapora kanala Al-Alamê, hêzên bejayî û hewayî yên artêşa Sûrîyê îro êrişî baregehên têrorîstan li bakûra Laziqîyê li rojavaya Sûrîyê kirin.
Di vî halî da hêzên artêşa Sûrîyê hemî deverên ku têroirîstan li êrişa vê dawîyê ser rojhilata Helebê dagir kiribûn, azad kirine û di encama vê opêrasyonê da bi dehan têrorîst hatin kuştinê yan birîndar bûn.
Hêzên artêşa Sûrîyê îro Osame Derwêş yek ji fermandarên koma bi navê Artêşa Azad a Sûrîyê li Helebê kuştin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) baska serbazî ya Partîya Yêketîya Dêmokiratîk (PYD) jî kontrola gundê Elhîşê li bakûra parêzgeha Reqê li bakûra Sûrîyê girtin destê xwe.
Li gorî nûçeyeke din, di encama teqîna bombekê li devera xelknişîn a Nehireyşê li bajarê Şamê da, du sivîlên sûrî birîndar bûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).