IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama opêrasyona azadkirina Felûceya Iraqê

Piştî azadkirina hin deverên derdora Felûcê duyemîn bajarê girîng ê wilayeta Enbarê li rojavaya Iraqê, qonaxa duyem a opêrasyona azadkirina vî şarî ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê destpê bû.

Li gorî rapora malpera nûçan a El-Ehd`ê ya Libnanê, Şakir Cewdet fermandeyê polîsên Iraqê ragihand ku hêzên iraqî karîn hemî rê û gundên navbera Kerme û deriyê Felûcê ji têrorîstên DAIŞ`ê paqij kirin û hêzên iraqî niha jî mijûlê paqijkirina deverên azadbûyî ne.

Kazim Cabirî fermandarê hêzên xwebexş ên gelanî yên Iraqê jî li gotûbêja ligel ajansa nûçan a Tesnîm`ê bal kişande ser deverên azadkirî yên derdora bajarê Felûcê û got: opêrasyona azadkirinê di çend qonaxan da pêk tê ku ya yekem roja duşemê bi awayekî serkevtî pêk hat.

Cabirî her wiha got: Hêzgeha Felûcê ku ciyê herî girîng li opêrasyona azadkirina Felûcê ye, hat azadkirinê û vê destkevtê yê bandoreke girîng li pêvajoya azadkirina vî şarî ku di bin kontrola têrorîstên DAIŞ`ê da bû, hebe.

Feramndarê hêzên xwebexş ên gelanî yên Iraqê ser pêşdaçûna lezgîn a hêzên iraqî li meydana opêrasyonê sekinî û got: Pêşdaçûna berfire ya artêşê û hêzên xwebexş li mêhwerên curbicur bûye sedema şaşbûn û sergidanbûna têrorîstên DAIŞ`ê û xwestina alîkariyê û li dawiyê revîna wan ji deverên opêrasyonê.

Di encama opêrasyona artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê da gellek têrorîst hatin kuştinê.

Opêrasyona azadkirina bajarê Felûcê, li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê, roja duşem 23`yê Nîsanê destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu