ÎranNûçeRojhilatanavin

Nasnama êrişkerên li Têhranê dîyar bû

Wezareta Lêzanîn û Ewlehîyê (Itilaat) a Komara Islamî ya Îranê, nasma têrorîstên pêkînerê êrişên duh li Têhranê weşand û ragihand: Êrişkeran têkilî bi komên wehabî re hebûn.

Wezareta Lêzanîn û Ewlehîyê ya Îranê îro li daxûyanîyekê ragihand: Tîma opêrasyonê ya DAIş`ê ku li opêrasyona têrorîstî ya li tirba Îmam Xumêynî (RE) û Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê pişkdar bû, ji 5 têrorîstên ser bi komên wehabî û tekfîrî pêk hatibû.

Li gorî vê daxûyanîyê, her 5 kesên hanê piştî ku bûne endamê koma têrorîst a DAIŞ`ê, ji welêt derketine û li cinayetên vê koma têrorîst li Mûsil (bakûra Iraqê) û Reqê (bakûra Sûrîyê) pişkdar bûne.

Li gorî daxûyanîya Wezareta Lêzanîn û Ewlehîyê ya Îranê, ew têrorîst jibo cihanîna opêrasyona têrorîstî ya havîna sala buhurî di bin fermandetîya Ebûayişe yek ji serkirdên berbiçav ên DAIŞ`ê derbasî Îranê bûn û dil hebûn çend opêrasyonên têrorîstî li bajarên mezhebî lidar bixin ku piştî têkçûna tam a vê şebekeyê ku di encamê da kesên sereke yên wê ji wan Ebûayişe hatin kuştinê, ji Îranê revîbûn.

Duh 4 têrorîstên çekdar bi kincên jînan hewl dan bikevin avahîya Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê ku bi hêzên parêzvan re rûbirû bûn, di encama pevçûna di navbera her du alîyan da, xwekujekî xwe teqand û 3`yên din jî bi gulleavêtina bêarmanc li qatên sê û çar ên avahîya idarî ya meclisê, bi destê hêzên parêzvan hatin kuştinê.

2 têrorîstên çekdar jî derbasî avahîya tirba Îmam Xumêynî (RE) li başûra Têhranê bûn û dest bi gulleavêtinê kirin ku têrorîstekî xwe teqand û yê din jî bi destê hêzên parêzvanê avahîya tirbê hat kuştinê. Di encama van êrişan da 17 kes şehîd û 43 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu