IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama operasyona Mûsilê û bêbingehbûna îdiayên Amerîkayê

Li gorî nûçeyên ku ji Iraqê digihîjin operasyona azadkirina Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê giran bûye û pêşveçûna hêzên iraqî li navçeyên curbicur ên Mûsilê bona azadkirina van navçeyan ji bin lepên terorîstan didomin.

Li gorî raporan artêşî û hêzên gelanî yên Iraqê karîn navçeya Elî Reş a li başûrê rojhilatê Mûsilê ji destê terorîstan azad bikin. Bi giranbûna êrişên artêşa Iraqê, tê gotin hejmarek ji terorîstên tekfîrî sîyonîstî yên DAIŞ`ê, ji nav navçeyên başûrî yên Mûsilê (navenda parêzgeha Neynewayê li bakûrê Iraqê) neçar man ku paşda vekişin.

Li başûrê rojavayê Mûsilê jî hêzên gelanî yên Iraqê bi pêşveçûna ber bi bajarê Tileferê, zêde ji 20 gund ji bin lepên terorîstan azad bikin.

Di eynî demê de hêzên Pêşmerge yên li Iraqê ragiohandin ku ev hêzane ji dema destpêbûna operasyona istandina Mûsilê va heya niha 26 gund ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê azad kirine.

Çend navçeyên li bakûr û rojhilatê Mûsilê jî duh yekşemiyê bi destê hêzên Pêşmerge ji endamên DAIŞ`ê paqij bûn.

Wezareta berevaniya Iraqê ragihand ku herîkêm 910 endamên koma terorîst a DAIŞ`ê, ji destpêka operasyona azadkirina Mûsilê ve hatine kuştin.

Wezareta berevaniya Iraqê li daxuyaniyekê ragihand: Bi sedan endamên koma terorîstî tekfîrî ya DAIŞ`ê li operasyona azadkirina Mûsil a Iraqê hatine kuştin û ji destpêka operasyona azadkirina Mûsilê ve herîkêm 910 endamên DAIŞ`ê li pevçûna bi hêzên iraqî re hatine kuştin ku 480 kes ji wan welatiyên sûrî bûne.

Operasyona azadkirina Mûsilê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê, ji 17`ê Cotmeha îsal dest pê bû ku heya niha zêde ji 500 kîlometreya çarkunc ji navçeyên bakûr û rojava ketine destê artêşa Iraqê.

Dewama operasyona Mûsilê li halekê ye ku Heyder Ebadî, serokwezîr û qumandê gişît yê hêzên çekdar ên Iraqê jî şemiyê bi şev li axiftinekê ku ji kanala fermî ya Iraqê ( El Iraqiye) hate weşandin, got: Xwesteka qumandeyên hevalbendiya navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê li ser rawestandina operasyona Mûsilê bona vejiyandina amadetiyên cengî, nayê qebûlkirin.

Serokwezîrê Iraqê, bal kişand ser rola sîxur û kesên bi xerez li pêkanîna pirsgirêkê li operasyona Mûsilê û got, Ew wê nekaribin li ser rêya meşyana hêzên qareman ên iraqî, astengan çê bikin.

Hin medya xwecî û navneteweyî ji zarê qumandeyên hevalbendiya navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê, ji sekinandina operasyona Mûsilê agahî dan lê ev nûçe bi awayekî lezgîn ji aliyê Ebdulxenî El Esedî û ebdulwehab El Saidî, qumandeyên Saziya Şerrê Dijî terorîsmê, red bûn û hatin derevandin û hinekî piştî raberbûna van gotegotan nûçeyek belav bû li ser vê yekê ku hêzên Heşdi Şebî li mêhwerên kivşbûyî yên jibo vê komê, karê xwe dest pê kirine.

Hêzên artêş, hêza gelanî û hêzên Pêşmergeyên Kurd, li operasyona Mûsilê beşdar in. Hadî Amêrî destnîşan kir: Armanca operasyona me azadkirina Mûsilê û parastina canê xelkê wê ye. Hadî Amêrî, sekreterê giştî yê Rêxistina Bedr a Iraqê, û yek ji qumandeyên Heşdi Şebî, li civînekê bi serokên vê saziyê li mêhwera rojavayî ya bajarê Mûsilê, ragihand ku çend malbatên ku di destê DAIŞ`ê de dîl hatibûn girtin û ev koma terorîst wan wekî mertala mirovî bi kar tianî, azad bûne û got: Ew malbat ji bo gundên ewleh ên cînar ku kes li wan najîn, hatine veguhestin.

El Amêrî destnîşan kir: Armanca operasyona me azadkirina xelkê Mûsilê û parastina canê wan e.

Wî li ser vê yekê sekinî ku pêwîst e bi van malbatan re bi başî û dilovanî reftar bibe û got: Tevî hemî haykûfan, her kes wisan difikirî ku hatina Heşdi Şebî nav parêzgeha Nêynewayê, wê bandoreka neyênî dayne ser xelkê vê parêzgehê lê hevgirtîbûn û yekbûna ku îro rojê di nava xelkê parêzgeha Neynewayê û Heşdi Şebî de heye û tê dîtin, van hemû gotegotan wêde da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu