Hêza hewayî ya Sûriyê êriş kir ser pêgeh û meqerên grûpa terorîstî ya Ceyş El-Fethê li derdora bakurê Hemayê.
Çavkaniyeke leşkerî ya Sûriyê ragihand li encama êrişên hêza hewayî ya Sûriyê ser meqerên terorîstan li derdora bajarê Hemahê bi dehan terorîst hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyeke din artêşa Sûriyê li operasyonekê meqerên Feth ul Şamê li kempa El-Nazihînê û rojhilata riya El-Sedê li navça Dera El-Beledê îmha kir û hejmarek ji endamên terorîstî hatin kuştin.
Hêzên artêşa Sûriyê veşartgehên terorîstên bereya El-Nusreyê û grûpên ser bi wan li derdora bajarê El-Resenê a Himsê jî gullebaran kirin.
Li encama van êrişana hejmarek ji endamên tekfîrî ji wan çend serkirdên bereya El-Nusreyê hatin kuştin û hejmarek ji wan jî birîndar bûn.
Telal Berazî waliyê Himsê jî bal kişand ser hewldana hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê jibo azadkirina hin navçên derdora meydana Gazî El-Şairê li derdora rojhilata parêzgeha Himsê û diayr kir şerê artêşa Sûriyê li hember terorîstan li mêhwera rojhilata navça Şair û rojhilata Ceb El-Cerahê û El-Mesûdiyê didome.
Her wiha Ela Munîr Îbrahîm waliyê Rîf Şamê ragihand jibo tevlîkirina sê navçên giring Wadî Birdî, Heresta û Dumayê li vê parêzgehê li pêvajoya aşitiya tev dewleta Sûriyê nasiyar bi plana aşitiya neteweyî muzakire kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)