EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Wajokirina reşnivîsa hevhatinnama hevkariyê navbera Îran û Bosnî û Hêrzêgowînê

Reşnivîsa hevhatinnama hevkariyên ticarî û xebitandina sermayê navbera Îran û Bosnî- Hêrzêgowînê bi beşdariya serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokê konseya serokkomariya Bosînî-Hêrzêgowînê hat wajokirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Elî Yezdanî alîkarê wezîrê pêşe, maden û ticaretê wek nunerê Îranê û Mîrko Şarowîç wezîrê peywendiyên aborî û ticareta derve wek nunerê Bosnî – Hêrzêgowîn ev reşnivîsa hevhtina hevkariya ticarî û xebitandina  sermayê roja sêşemiyê wajo kirin.

Baqir Îzet Begowîç serokê konseya  serokkomariya Bosnî- Herzêgowînê ku duh berêvarê gihêşt Têhranê siba roja sêşemiyê li navenda çandî-dîrokî ya Sedabada  Têhranê  ji aliyê Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê ve hat pêşewazîkirin.

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê jî îro li civîna rojnamevaniyê ya hevpar tev Baqir Îzet Begowîç serokê Konseya  serokkomariya  Bosnî-Hêrzêgowînê li Tehranê bal kişand ser vê yekê ku li salên buhurî ji ber boykotên  zalimane yên Îarnê, peywendiyên  Têhran-Sarayewoyê ketibû rewşa bişûndemayîna  aborî û got: Îro piştî rêketinnama navokî rewş jibo berfirehkirina peywensdiyên du welatan xweş bûye. Rûhanî her wiha got: Meselên navçeyî û ji wan fanatîzm û terorîzm wek xetereke mezin jibo navçê û cîhanê hemî xistine nav fukaran. Serokê Konseya serokkomariya Bosnî-Hêrzêgowînê jî bal kişand ser vê yekê ku  peywendiyên Sarayewo û Têhranê tim bi hevaltî, xurt û bihêz bûne û got: Bosnî – Hêrzêgowîn xwediyê çarçêvên  bihêz û qanûnî li hevkariya  tev  YE ye û Îran  ji riya  Bosnî-Hêrzêgowînê dikare rehet derbasî nav bazara ticarî ya Yekitiya Ewrûpayê bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu