NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyeyê kontrola kelaha herî mezin a DAIŞê ya bajarê Hûmsê bi dest xistiye

Çavkaniyek ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku Artêşa Sûriyeyê û hêzên hevalbend bajaroka el Sûhna ya li ser rêya Dêra Zorê ku yek jê kelha DAIŞê ya li bajarê Hûmsê ye bi temamî rizgar kirine.

Çavkaniyê sûrî destnîşan kir ku herêm ji mayinan bê paqijkirin, xebatên lêgerînê dest pê kiriye.

Di rojên borî de Artêşa Sûriyeyê û hêzên hevalbend bajaroka El Sûhnayê xistibûn bin dorpêçiyê.

El Sûhna rêya dawî ya girîng a bajarê Dera Zorê ku di bin dorpêçiya Artêşa Sûriyeyê de ye, ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu