İslami Davet Kurdi Bange İslami

Dewama pêşdeçûna artêşa Iraqê li Humsê

Artêşa Sûriyê û alîgirên wê operasyona eskerî ya xwe ber bi Heql El-Mêhrê li derdora rojhilata bajarê Humsê berfireh kirin.

 Li gorî rapora El-Alamê, navenda ragihandinê ya şerê Sûriyê îro hin wêneyên  operasyona hêzên artêşê li dijî meqerên terorîstên DAIŞ`ê ber bi gundê Qeriyet El-Beyze ya rojhilat û fabrîka gazê ya Heyanê û derdora navça  balefirgeha  El-Teyfûrê li Himsê weşand.

Ev wêne her wiha nîşan didin ku artêşa Sûriyê û hevpeymanên  wê gundê El-Hetaniyê, riya Cihar û Bêr El-Merhetanê xistine bin kontrola wxe .

Eva li halekî ye ku  roja şemiyê navendên fermandehiyê û cebilxanên  grûpa terorîst a DAIŞ`ê li navçên  Dêrefûlê, Keferlahayê, Tel Dehebê û Tel Doyê li derdora Humsê ji aliyê artêşa Sûriyê ve hat îmhakirin.

Terorîstên ser bi bereya El-Nusreyê xelkê sivîl li navça bakurê Humsê dorpêç kirine û navçên xelknişîn ên  bajarê Himsê dane ber mûşekan.

Çavkaniyeke eskerî jî ragihand: Artêaş Sûriyê li sietên buhurî li operasiyoneke berfireh êriş kir ser kombûna endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li rojhilata  balefirgeha El-Sînê li bakurê rojhilata  Rîfa Şamê û kontrola  xwe ser çend navçan  xurt kir.

Li encama  vê operasyonê hejmareke zêde ji terorîstan hatin kuştin an birîndra bûn.

Yekînên artêşa Sûriyê her wiha serdestiya xwe ser navça El-Ketîbê El-Salisê, El-Kesarat rojhilat û rojava li başûr û rojhilata  balefurgeha El-Sînê li Rîf  Şamê xurt kirin û hejmarek ji terorîstên DAIŞ`ê jî kuştin.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrişa  berfireh a grûpên  terorîstî yên  ku ji aliyê Erebistan, Tirkiye, Emerîka û hevpeymanên  wê va  tên piştgirîkirin jibo sernixûnkirina  dewleta qanûnî ya Beşar Esed serokkomarê Sûriyê destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version