CîhanEwropaNûçe

Li hilbijartinên Brezîlê Jair Bolsonaro ser ket

Jair Bolsonaro sîyasetvanê Rastgir ê birêzîlî ku wekî Trumpê Birêzîlî tê naskirinê, sedî 55.1`ê dengan bi dest xist û bû serketîyê hilbijartinên serokomarîya vî welatî.

Jair Bolsonaro duh di dewra duyem a hilbijartinên serokomartîya Birêzîlê de bi Fernando Haddad berbijarê Partîya Çepgir a Karker û şaredarê berê yê Sao Ploya Birêzîlê re ket rikeberîyê.

Fernando Haddad di dewra duyem a hilbijartinan de sedî 44.9`ê dengan bi dest xist.

Jair Bolsonaro di dewra yekem a hilbijartinên serokomartîya Birêzîlê ku di meha buhurî de hat lidarxistinê karî sedî 46`ê dengan bi dest bixe.

Jair Bolsonaro ji ber ku wadeyên popolîstî yên wek Donald Trump serokomarê Amerîkayê dide, wekî Trumpê Birêzîlê navdar bûye.

Wî piştî serketina li hilbijartinan ragihand ku dê çarenûsa welatê xwe biguherîne. Serokomarê nû yê Birêzîlê pêgirî kir ku ew ê ji destûra bingehîn, dêmokirasî û azadîyê l ivî welatî berevanîyê bike.

Jair Bolsonaro herwiha soz da ku bi Amerîka û Ewropayê re gotûbêjê bike û têkilîya welatê xwe digel welatên rojavayî berfire bike.

Başa dön tuşu