Hêzên iraqî li dewama serketinên xwe li şerê li hember DAIŞ`ê, nexweşxana Mûsilê xistin bin kontrola xwe.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, fermandê leşkirê zirihdar a artêşa Iraqê li operasyona azadkirina Mûsilê li parêzgeha Neynewayê ragihand ku piştî giranbûna êrişên artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê li dijî grûpa terorîstî ya DAIŞê nexweşxana El-Selamê ya Mûsilê nêzîkî çemê Firatê ji lepên DAIŞ`ê azad bû.
Li gorî gotina Şakir Kazim fermandê iraqî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ev nexweşxaneya wek navenda fermandetiya xwe bi kar dianî. Qonaxa nû ya operasyona azadkirina Mûsilê ji duh destpê bûye. Piraniya bipêşdeçûna artêşa Iraqê ji bereya rojhilata Mûsilê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)