IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama pêşdeçûnên hêzên iraqî li Mûsilê

Fermandê yekîna li dijî terorîzmê ya Iraqê ragihand ku 200 trimbêlên bombekirî yên terorîstan li rojhilata Mûsilê hatine îmhakirin.

 Fermandê Yekîna li dijî terorîzmê ya Iraqê Mein El-Se`dî li gotûbêja  bi Fars Newsê re bal kişand ser dewama pêşdeçûnên  hêzên vî welatî li navçên Mûsilê û got : Hêzên yekîna  li dijî terorîzmê hin nemaye bighêjine navenda vî bajarî.

El-Se`dî  wiha da zanînê yekîna  rawestana li ber terorîzmê piştî kemilandina  paqijkirina  navçên azadbûyî li derdora bajarê Mûsilê karê paqijkirina  taxên Eden, El-Exa û proja  avê li rojhilata  Mûsilê destpê kirin.

Fermandê Yekîna li dijî terorîzmê ya Iraqê Mein El-Se`dî ragihand hin mesele ji wan hizûra  meqerên  endamên DAIŞê nav  taxên xelknişîn û her wiha  êrişên giran ên terorîstan bi trimbêlên  bombekirî yên  bibêşdeçûna  hêzên iraqî hêdî kiriye.

Ehmed El Esedî berdevkê hêzên besîca gelanî ya  Iraqê jî bal kişand ser nêzîkbûna  hêzên vî welatî bo riya peywendiya  navbera Telefer û Şingalê ku grûên treorîstî wê wek gihandina lîkariyê bikar tînin û got: endamên treorîstî piştî têkçûna  hemî hêlên bereaniya xwe  ber bi bajarê Teleferê revîn.

Erkantiya propagendeya  şerê Iraqê got ku  hêzên Heşdê şebî piştî qutkirina  tam a peywendiya  Mûsilê tev welatên din  ên Iraqê gihêştin bajarê Şingalê.

Bi destpêbûna  qonaxa çaran a operasyona  azadkirina Mûsilê hêzên gelnaî yên Iraqê karîn ku çend  gundên rojava  vî bajarî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin û niha helîqa dorpêçkirina DAIŞ`ê li navenda Teleferê şidyayîtir bûye.

Operasyona azadkirina Mûsilê ji mehek berî niha ve û ji çend mêhweran destpê bû û hêzên  gelanî yên Iraqê bi hevkariya  hêzên artêşê û pêşmergên  kurd bi dehan  gund ji  lepên DAIŞ`ê azad kirin û li hin  mêhweran li navenda  bajarê Mûsilê nêzîk bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu