Fermandê yekîna li dijî terorîzmê ya Iraqê ragihand ku 200 trimbêlên bombekirî yên terorîstan li rojhilata Mûsilê hatine îmhakirin.
Fermandê Yekîna li dijî terorîzmê ya Iraqê Mein El-Se`dî li gotûbêja bi Fars Newsê re bal kişand ser dewama pêşdeçûnên hêzên vî welatî li navçên Mûsilê û got : Hêzên yekîna li dijî terorîzmê hin nemaye bighêjine navenda vî bajarî.
El-Se`dî wiha da zanînê yekîna rawestana li ber terorîzmê piştî kemilandina paqijkirina navçên azadbûyî li derdora bajarê Mûsilê karê paqijkirina taxên Eden, El-Exa û proja avê li rojhilata Mûsilê destpê kirin.
Fermandê Yekîna li dijî terorîzmê ya Iraqê Mein El-Se`dî ragihand hin mesele ji wan hizûra meqerên endamên DAIŞê nav taxên xelknişîn û her wiha êrişên giran ên terorîstan bi trimbêlên bombekirî yên bibêşdeçûna hêzên iraqî hêdî kiriye.
Ehmed El Esedî berdevkê hêzên besîca gelanî ya Iraqê jî bal kişand ser nêzîkbûna hêzên vî welatî bo riya peywendiya navbera Telefer û Şingalê ku grûên treorîstî wê wek gihandina lîkariyê bikar tînin û got: endamên treorîstî piştî têkçûna hemî hêlên bereaniya xwe ber bi bajarê Teleferê revîn.
Erkantiya propagendeya şerê Iraqê got ku hêzên Heşdê şebî piştî qutkirina tam a peywendiya Mûsilê tev welatên din ên Iraqê gihêştin bajarê Şingalê.
Bi destpêbûna qonaxa çaran a operasyona azadkirina Mûsilê hêzên gelnaî yên Iraqê karîn ku çend gundên rojava vî bajarî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin û niha helîqa dorpêçkirina DAIŞ`ê li navenda Teleferê şidyayîtir bûye.
Operasyona azadkirina Mûsilê ji mehek berî niha ve û ji çend mêhweran destpê bû û hêzên gelanî yên Iraqê bi hevkariya hêzên artêşê û pêşmergên kurd bi dehan gund ji lepên DAIŞ`ê azad kirin û li hin mêhweran li navenda bajarê Mûsilê nêzîk bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)