Dewama pêşîlêgirtina Rejîma Alê Xelîfe ji lidarxistina nimêja îniyê li navça Dorazê
Eskerên Rejîma Alê Xkîfe ji salek berî niha ve heya niha pêşiya cihanîna nimêja herî mezin a şîeyên Behreynê li navça Dorazê girtin.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, eskerên Rejîma Alê Xelîfe tim siyasetên xwe yên bi dijminatî li dijî inqilabiyên Behreynî didomînin û cardin pêşiya cihanîna nimêja herî mezin a îniyê ya şîeyên Behreynê li navça Dorazê girtin û piştî vê kiryara Alê Xelîfe, xwenîşandaneke berfireh ji aliyê gelê Behreynê li dijî Rejîma Alê Xelîfe li navça Dorazê hat li dra xistin.
Beşdarên vê xwenîşandanê bi avêtina hin sloganan kiryarên bi djiminatî li dijî inqilabiyan bi tundî şermezar kirin.
Gelê Behreynê êvara pênşemiyê jî li bersivandina lebeyka alimên vî welatîû tevî sînorkirinên giran ên ewlehiyê li piraniya navçan derketin kolan û çarsiyan.
Alimên Behreynê duh li daxûyaniyekê ji gelê Behreynê xwestin ku bila jibo piştgiriya ji şêx Îsa Qasim alimê pilebilind ê vî welatî pênşemiyê şevê xwenîşandanê birê bixin.
Eskerên Alê Xelîfe 23`ê meha Buhurî bi êrişa ser navça El-Durazê cihê jiyana şêx Îa Qasim, alimê pilebilind ê vî welatî, tevî lihevxistina kombûna aram ya gelê Behreynê li vê navçê, 6 welatiyên behreynî kuştin û zêde ji 200 kes birîndar kirin û nêzîkî 300 kes girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)