BehreynNûçeRojhilatanavin

Dewama pêşîlêgirtina Rejîma Alê Xelîfe ji lidarxistina nimêja îniyê li navça Dorazê

Eskerên Rejîma Alê Xkîfe ji salek berî niha ve heya niha pêşiya cihanîna nimêja herî mezin a şîeyên Behreynê li navça Dorazê girtin.

 Li gorî rapora Mêhr News`ê, eskerên Rejîma  Alê Xelîfe tim siyasetên  xwe yên bi dijminatî li dijî inqilabiyên  Behreynî didomînin û cardin pêşiya cihanîna  nimêja herî mezin a îniyê ya şîeyên  Behreynê li navça Dorazê girtin û piştî vê kiryara Alê Xelîfe, xwenîşandaneke berfireh ji aliyê gelê Behreynê li dijî Rejîma Alê Xelîfe li navça Dorazê hat li dra xistin.

Beşdarên vê xwenîşandanê bi avêtina  hin sloganan kiryarên bi djiminatî li dijî inqilabiyan bi tundî şermezar kirin.

Gelê Behreynê êvara pênşemiyê jî  li bersivandina  lebeyka  alimên  vî welatîû tevî sînorkirinên  giran  ên ewlehiyê li piraniya navçan derketin kolan û çarsiyan.

Alimên Behreynê duh li daxûyaniyekê ji gelê Behreynê xwestin ku bila jibo piştgiriya ji şêx Îsa  Qasim alimê pilebilind ê vî welatî pênşemiyê şevê xwenîşandanê birê bixin.

Eskerên Alê Xelîfe 23`ê meha Buhurî bi êrişa ser navça El-Durazê cihê jiyana  şêx Îa Qasim, alimê pilebilind ê vî welatî, tevî lihevxistina kombûna aram ya gelê Behreynê li vê navçê, 6 welatiyên  behreynî kuştin û zêde ji 200 kes birîndar kirin û nêzîkî 300 kes girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu