CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li Kenyayê di êrîşeke de 15 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Kenyayê çekdarên rêxistina terorîst a El Şebabê êrîşek li ser otelekê pêkanî û di êrîşê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da. Hat ragehandin li cîhê bûyerê operasyon berdewam dike.

Li welatê Afrîqayê Kenyayê, li paytexta Nairobiyê di otelek û navendeke kar de êrîş pêkhat.

Êrîş dema ku li pêş bankayeke nêzîk otêlê wesayît hatin teqandin ve destpê kir û piştre kesekî xwekuj ket otêlê û xwe teqand.

Piştre jî kesên çekdar ketin otêlê û bi hêza dijî terorê re ketin şer û pevçûnê.

Hêzên ewlehiyê yên li otêlê bûn, kesên ku di otêlê de bilez derxistin derve. Di êrîşê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da û tê gotin kesên ku jiyana xwe ji dest dane yek ji wan Amerîkî ye, kesek jî Îngîlîz e.

Piştî ku rayedaran ragehand bûyer hatine kontrol kirin, careke din li cîhê bûyerê dengê teqîn û çek an hat.

Tê gotin hin karmendên otêlê hîn di otêlê de ne û li benda alîkariyê ne.

Li cîhê ku otêlê hîn operasyona ewlehiyê berdewam dike.

Başa dön tuşu