IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama pêşketina hizên iraqî li Mûsilê

Navenda teblîqata şêr a Iraqê ji dewama pêşketinên artêşa Iraqê li navçên curbicur yên derûdora Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûra vî welatî xeber da.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Navenda teblîqata şêr a Iraqê ji dewama pêşketinên artêşa Iraqê li navçên curbicur yên derûdora Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûra vî welatî û kuştina zêde ji 770 terorîstan û û girtina 23 ji van terorîstan xeber da.

Navenda teblîqata şêr a Iraqê bal kişande ser paqijbûna dehan gund û bajaran li bakûr û başûra Mûsilê û destnîşan kir; Hêzên gelanî yên Iraqê bereyekî dine şêr dijî terorîstên DAIŞ`ê li aliyê başûra rojavaya Nêynewayê vekirine.

Artêşa Iraqê li dewama operasyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞê bi kontrolkirina du gundên Xezne û Camie Zehrayê gihêşte 5 km ya Mûsilê. Îro nîvro artêşa Iraqê karî ku  bi bidestxistian kontrola du gundên  şîenişîn ên ereb û kurd û Şebek yanê Xezne û Camie Zehrayê û bi dorpêçkirina  gundên  Topizava û, Muwefiqiyê û Tehrawê li nav mêhwera  Bertelê û Hemdaniyê pêngaveke din li Mûsilê nêzîk bibin . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu